Komîta Peywendiyên derve ya ENKS li gel Nûneratiya H.Kurdistanê ya ENKSê civiya
PDK-S: Şandeke komîteya peywendiyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir .
Roja Duşemê 14. 12. 2020, Kamîran Haco serokê komîteya peywendiyên derve ya ENKSê û Ibrahîm Biro endamê komîteya peywendiyên derve ya ENKSê serdana nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kirin.
Di civînê de jimareyek mijarên girêdayî bi pêşveçûn û pêşhateyên deverê û yên Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin .