Neteweyên Yekbûyî hişyarî dide ji rawestandina pêdiviyên mirovî li Sûriyê

Neteweyên Yekbûyî hişyarî dide ji rawestandina pêdiviyên mirovî li Sûriyê

PDK-S: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Geir Pedersen, roja Çarşemê 16. 12. 2020, hişyarî da ji ragirtina alîkariya mirovî li kampên penaberên Sûrî.

Pedersen di axaftina xwe de got, ku operasyonên leşkerî yên li bakurê Sûriyê bûne sedema mirina bi dehan sivîlan.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî diyar kir, ku Sûrî ji kêmbûnek zelal a xwarin û avê êş dikişîne, di demekê de ku rêjîma Sûrî ji rêxistinên mirovî xwest, ku çalakiyên xwe li bakurê rojhilatê Sûrî rawestînin.

Pederson hişyarî da, ku operasyonên mirovî yên li bakurê rojhilatê Sûrîyê têne tehdît kirin ku dê rawestin, ji ber dijwariya zêdebûna rewşa li kampa penaberan Al-Hol.

Pederson herwiha hişyarî da, ku her zêdebûnek di operasyonên leşkerî de di vê demê de dê bandorên wêranker li ser miletê Sûrî bike.

Pederson got ku hîn jî derfet heye, ku di navbera dijberiya Sûrî û rêjîmê de têgihiştinên li ser destûrê hebe.

Pedersen destnîşan kir, ku gera nû ya danûstandinan dê di 25ê Çileyê de ji hêla Komîteya Damezrandina Destûra Bingehîn a Sûriyê ve were kirin, ev yek diyar dike ku hîn jî derfet heye ku di navbera dijberiya Sûrî û rêjîmê de têgihiştinên li ser destûrê hebe.

Ji aliyê xwe ve, nûnera Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî, Kelly Craft, bang li rêjîma Esed û Rûsiya kir, ku rê bidin karwanên alîkariyê bigihin kampa penaberan a Rukban.

Kraft herwiha soz da ku Washington dê sizadana rêjîma Esed bidomîne jiber binpêkirinên wê li mafên gelê Sûrî.