Îsraîl baregehên Rêjîma Esed û Mêlîsên Îranî li Spriyê armanc kirin

Îsraîl baregehên Rêjîma Esed û Mêlîsên Îranî li Spriyê armanc kirin

PDK-S: Balafirên şer yê Israîlê baragehên rêjîma Esed û mêlîsîn Îranê li gundewarê Hemayê armanc kirin, û di encamê de çendîn çekdar hatin kuştin .

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragehand, ku derengiya şeva bûrî balafirên şer yên Israîlê bi mûşekan baragehên leşkerî yên rêjîma Esed û mêlîsên bi ser Îranê ve li bajarê Misyaf li gundewarê Hemayê bi tundî bombebarankirin .

Hewreha rewangehê diyar kir, ku di encama wê êrîşî de 9 çekdar hatin kuştin , 4 ji wan çekdarên bi ser rêjîma Esed ve ne , û 5 kuştiyên din heta niha nasnameya wan eşkere nebûye .