Hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Kurdistanê

Hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Kurdistanê

PDK-S: Komisyona bilind ya karûbarên penaberan li herêma Kurdistanê amara nû ya hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, yên li herêma Kurdistanê û Îraqê dimînin belav kir.

Komisyonê ragihand ku hejmara giştî ya penaberan 241682 penaber in, hejmara giştî ya malbatan 72526 malbat in.

Heman jêderê da zanîn ku piraniya penaberan li Hewlêr ne bi hejmara 122666 penaberî, ji wan 92740 penaber derveyî kampan e, hejmara din li kampên Dareşekran, Qoştepe, Kewregoskê, û Basirma ne

Li Duhokê jî 84188 penaber in, li bajarê Duhokê û kampên Domîz yek û du, û kampên Berdereş, Akrê, Giwêlan dimînin.

Li Silêmaniyê jî hejmara giştî 31313 penaber in, li bajarê Silêmaniyê û derdora wê û kampa Erbed dimînin,

3515 penaber jî ku piraniya wan ereb in li parêzgahên Îraqê dimînin.