Magork wê vegerê Koçka Spî
PDK-S: Brett Magurk nûnerê berê yê serokê Emerîka li hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê dê ji bo Koçka Spî vegere û di îdareya Baydin de wê posteke bilind wergire.
Li gorî raporteke rojnameya New York Times ya Emerîkî biryare Brett Magurk di îdareya Co Baydin de posta berpirsyarê doseya Rojhilata Navîn û bakûrê Efrîqiya li encûmenê asayîşa Niştîmanî ya Emerîka werbigre.
Dema ku Donald Tramp biryara vekşana hêzê Emerîka ji Rojavayê Kurdistanê stand, Brett Magurk nerazîbûn nîşan da û dest ji kar kişand.