Emerîka: Divê Rêjîma Esed danpêdanê bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê bike

Emerîka: Divê Rêjîma Esed danpêdanê bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê bike

PDK-S: Emerîka daxwaz ji Rûsya dike ku fişarê bixe ser rêjîma Esed ji bo danpêdan bikaranîna wê ji çekên kîmawî re li Sûriyê .

Di dema lidarxistina civîna encûmena ewlehiya Navdewletî, Emerîka daxwaz ji Rûsya û hin aliyên din yên ku piştevaniya rêjîma Esed dikin kir, ku fişareke zêde bixin ser rêjîma Esed daku danpêdanê bikaranîna çekên kîmawî li dijî gelê Sûriyê bike .

Di vê derbarê de Rîtşard Mîlz cîgirê şandiyê Emerîkî di Netewên Yekgirtî di civîna encûmena ewlehiyê de got, ku bi tenê encûmena ewlehiyê Navdewletî berpirse diber gerentiya sepandina sizayan bi ser pêkînerên çekên kîmawî li Sûriyê .

Mîlz serbar kir, got bê dengî divê derbarê de nayê qebûlkirin û nabe rêpêdan bikaranîna çekên qedexekirî li Sûriyê bibe tiştekî asayî û normal .