Bi rêjeya 31% hejmara penaxwaziyê li Elmaniya kêm bûye

Bi rêjeya 31% hejmara penaxwaziyê li Elmaniya kêm bûye

PDK-S: Ji ber girtna sînoran û belavbûna nexweşiya Korona di sala bûrî de hejmara penaxwazan li Elmaniya bi awayekî berçav kêm bû .

Wezareta navxuya Elmaniya ragehand bi sedema girtina sînoran û belavbûna nexweşiya Korona li seranserî Cîhanî , hejmara penaxwazan li welatê Elmaniya bi rêjeya 31% ji sedî kêm bûye , û diyar kir, di sala bûrî de hejmara giştî ya penaxwazan gihiştbû bêhtir ji 76 hezarî ku piraniya wan ji Sûriya, Afxanistan û Îraq û Tirkî bûn .

Weke heman wezaretê daye diyarkirin, ku ji wê hejmarê 37 hezar penaber mafê penaxwaziyê li welatê Elmaniya di sala bûrî de wergirtin .