ENKSê ji PYNKê daxwaza lêbûrînê ji Pêşmergeyên Roj dike

ENKSê ji PYNKê daxwaza lêbûrînê ji Pêşmergeyên Roj dike

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyekê de ku îro 13ê Çileya 2021ê belav bû, bersiva serkirdeyê PYDê Aldar Xelîl da, û ji PYNKê xwest ku helwêsta xwe derbarê daxuyaniya Xelîl li ser hêzên Pêşmergeyên leşkerê Roj ku bi nandozan bi nav kiribû, diyar bike, û lêbûrînê ji hêzên Pêşmergeyan bixwaze.

Emîndariyê, di daxuyaniye xwe de gotiye, di demekê de, gelê Kurd, bi aramî li benda gihiştina rêkeftina yekhelwêst û yekrêziya navmala Kurdî ne, hin serkirdeyên PYDê, di navbera dem û demekê de, daxuyaniyên bi mebesta pûçkirin û jinavbirina danûstandinên Kurdî belav dikin. Ew gav weke dirêjpêdaneke ji geflêkirina malbatên hêzên Pêşmergeyên leşkerê Roj, şewitandina nivîsîngehên ENKSê û partiyên wê li Rojavayê Kurdistanê, û gurkirina û tundûtûjiya ragihandî di dermafê ENKSê de tê.

ENKSê daye zanîn ku daxuyaniyên serokê şanda danûstandkar ya PYNKê ku hêzên Pêşmerge weke nandoz bi nav kiribû, bi tenê weke hewleke nû ji vedizandin ji deskeftiyên ku bi serpireştiya Emerîkî hatine encamdan, herweha hewleke nû ji binxistina proseya yekrêziya mala kurdî tê, ku li gorî wê têgihiştinê, derfet ji hêzên Pêşmerge re vedibe, ku cihê xwe yê sirûştî di berevaînkirin û parastina gel di herêmên xwe û li gor dazwaza şêniyên wê bigirin, herwiha ew daxuyanî weke henekpêkirin ji sozên ku fermandariya QSDê di neçarkirina PYDê di rêzgirtin ji danûstandin û derencamên wê re tê.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê tekez dike ku sifkatî ji hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj re sifkatî û biçûkirin ji her malbatekê re, ku kurên wan xwe kirin cangorî di ber berevanîkirina xaka Kurdistanê û gelê wê de ye.

ENKSê bang li serpirştiyarê danûstandinan li herdu aliyên Emrekî û QSDê de dike ku sînoreke dawî ji binpêkirin û destdirêjiyê re deynin, û her kesek ku bi yekrêziya mala kurdî nebawer be, divê were dûrxistin. Û weke erkekî ye li ser PYNKê ku helwêsta xwe ji daxuyaniyên Aldar Xelîl ku serokê şandê ye zelal bike, û lêbûrînê ji hêzn Pêşmerge û malbatên wan bixwaze, her tiştek berûvajî wê be wate, berdewamiyek ji berçavgirtina rêbaza siyasetên ku PYDê dimeşîne, û ziyan gihandiye doz û gelê Kurd e.

Emîndariya giştî ya encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniya xwe tekez dike ku, di demekê de daxuyaniyên Aldar Xelîl şermezar û riswa dikin, tekeziyê ji gelê Kurd re dikin ku kur û keçên di hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj de, yên ku ji bergî di ber gelê Kurd de terxan kirine, û weke helwêsteke niştîmanî red kirin ku ku çêkên xwe di sîngê birayên xwe yê Sûrî de rakirin, bi tenê dê bimînin parêzvanê gel û doza xwe, ji xeynê wê jî tu bijardeyan napejrînin. Ew tometên di dermafê wan de bi tenê nûneratiya peyvdarên wê ne.

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de, da zanîn ku li gor prensîpên bingehîn ya rêkeftina Duhokê tekezî li ser berdewakirina danûstandinan Kurdî Kurdî dike.