Şandeke PDK-Sê seredana malbata Şehîd Mihemed Emîn Silo kir

Şandeke  PDK-Sê seredana malbata Şehîd Mihemed Emîn Silo kir

PDK-S: Roja Duşemê 18. 01. 2021, şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, seredana malbata şehîd Mihemed Emîn Silo kir.

Bi boneya salvegera 4em ya şehîdbûna pêşmerge Mihemed Silo, şandek ji Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bi serokatiya endamê komîta navendî ya PDK-Sê û berpirsê rêxistina Roj ya PDK-Sê Hacî Kalo li gel Nafih Ebdule endamê komîta navendî ya PDK-Sê seredana malbata şehîd kir.

Ji aliyê xweve Hacî Kalo behsa qehreman û lehengiya pêşmergeyên Roj û berevaniya wan di ber xaka Kurdistanê de kir.

Herweha Nafih Ebdule Ala Kurdistanê pêşkêşî malbata şehîd kir, û malbata şehîd Mihemed Emîn Silo dlixweşiya xwe ji wefadariya wan ji xwîna şehîdan re dane xuyakirin û tekez kirin ku wê li ser rê û rêbaza Barzaniyê nemir berdewam bin.

Pêşmerge Mihemed Emîn Silo di 18 Çileya 2017an de di dema rûbrûbûna pêşmergeyên Roj ji rêxistina DAIŞa terorîst re û berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de li eniya Eskê Mûsil li Herêma Kurdistanê şehîd ket.