ENKSê armanckirina navenda encûmena xwe li Kobanê şermezar dike

ENKSê armanckirina navenda encûmena xwe li Kobanê şermezar dike

ENKSê armanckirina navenda encûmena xwe li Kobanê şermezar dike

Navenda Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê li Kobanê şeva 18 / 19ê Çile 2021 bi bombeyan hate armanckirin, û gulebaran kirin, û ziyanek mezin giha avahiyê û metirsiyek ket nava xelkên derdora Nivîsgehê.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi tundî van kiryarên terorî şermezar dike, ku çalakî û navendên wê li hemî herêman dike armanc û aliyên ewlehî yên bi ser PYDê ve berpirsiyar dibîne, û ew tê di çarçoveya têkbirina têgihiştinên ku bi Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî re di sala borî de bêk hatî dike .

Em ji raya giştî re piştrast dikin ku Encûmen dê berdewam bê di parastina mafên gelê Kurd li Sûriya û bi destanîna demokrasiyê li welat, Encûmen di heman demê de destnîşan dike ku yekbûna helwêsta Kurdî pirsek stratîcî ye, û kiryarên weha wê ji doza wê venagerî ne.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxaz ji berpirsê Amerîkî û serokê HSDê kir , ku bi cidî li ser van kiryarên ku ofîsên Encûmenê armanc dikin, û daxuyaniyên ne baş ku ji aliyê berpisên PYDê li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî, û ya dawî jî ji aliyê serokê şandeya wan a danûstandinan ve li dijî Pêşmergê Roj rawestin.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî bang li gelê Kurd û raya giştî dike, ku kiryarên weha şermezar bikin ji ber ku armanc ew e têkbirina danûstandinan.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî
19 Çile, 2021