Kobanê... 6 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Zêrevan Ekrem re derbas dibin

Kobanê... 6 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Zêrevan Ekrem re derbas dibin

PDK-S: Di 20î miha Çileya 2015an yekem şehîdê Pêşmerge li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî rêxistina DAÎŞa teror de şehîd bû.

Zêrevan Ekrem, yekem şehîd di şerê mezintirîn û tundetirîn rêxistinên terorî rêxistina DAÎŞa teror canê xwe kir qurbaniya xaka Kurdistanê.

Zêrevan Ekrem ji şêniyên bajarokê Soran yê Herêma Kurdistanê ye, bi hevalên xwe yên hêzên Pêşmerge re bi fermanekê ji serok Mesûd Barzanî, ji Herêma Kurdistanê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û di şerê Kobanê dijî DAÎŞê de beşdar kir.

Di 31/10/2014an de, serok Mesûd Barzanî bi hişmendî û siyaseta xwe karîbû di rêya welatê Turkiyê re, hêzên pêşmerge bişîne Rojavayê Kurdistanê ku ew Pêşmerge bi çekên xwe yên sivik û nêvgiran, giran, û topên xwe derbasî Kobanê bûn û bi hewara Kobanê ve çûn.

Di şerê DAÎŞê de hêzên Kurdî bi alîkariya balafirên navdewletî ya dijî DAÎŞê karîbûn dûbare destê xwe deynin ser gundên Kobanê û piraniya tax û kolanên navenda bajêr, di wê şerî de Zêrevan Ekrem yekem şehîd di nav hêzên Pêşmerge de şehîd bû û hat tomarkirin.

Termê şehîdê Pêşmerge Zêrevan Ekrem ji Herêma Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê berev herêma Kurdistanê ve hate şandin, û li bajarokê xwe li Soran bi beşdariyeke mazin ji şêniyên Kurdistanê û kesayetiyên leşkerî û siyasî û niştîmanperwer û welatparîzan bi xak hat sipartin.

Her sal di roja salvegera bîranina şehîdê pêşmerge Zêrevan xelkê Kurdistanê wê rojê bi serbilindî û serfiraziyek mezin tînin bîra xwe.