Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Joe Biden kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Joe Biden kir

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tiwîtekê kêxweşiya xwe ji bo destbikarkirina îdareya nû ya Amerîkayê nîşan da û hêviya xwe anî ziman ku ji bo vegerandina baweriyê bo herêmê, her du alî ji nêz ve bixebitin.

Serokê îdareya nû ya Amerîkayê Jeo Biden û cîgira wî Kamala Harris duh di merasîmekê de sonda yasayî xwarin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêxweşiya xwe ji bo destbikarkirina îdareya nû ya Amerîkayê bi serokatiya Jeo Biden û Cîgira Serok Kamala Harris nîşan da.

Mesrûr Barzanî di tiwîtekê de diyar kir: “Ji bo bihêzkirina hevpariya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û vegerandina baweriya pêwîst bo herêmê, ez bi kelecan li benda karkirina ligel we me.”