Serok Nêçîrvan destana azadkirina Kobanê pîroz kir

Serok Nêçîrvan destana azadkirina Kobanê pîroz kir

PDK-S: 26ê Çileya 2021ê, serokê herêma Kurdistan, roja rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê li Kurdan pîroz kir.

Serok got: Bîranîna destana azadkirina Kobanî li tevaya gelê Kurdistanê û li hemû azadîxwazên cîhanê pîroz dikim.

Da zanîn: Di vê bîranînê de em serê xwe li ber canê paqij ê şehîdan ditewînin, bi rêz û wefadarî wan bi bîr tînin.

Ameje kir: Em herwisa spasiya hêzên Hevpeymanan dikin ku di şerê li dijî terorê de alîkar bûn.

Îro salvegera şeşan ya rizgarkirina bajarê Kobanê ji destê DAIŞê bû, ku di sala 2015an hat rizgarkirin.