Şandeke PDK-Sê serdana Ofîsa peywendiyan ya PDK li Dihokê kir

Şandeke PDK-Sê serdana Ofîsa peywendiyan ya PDK li Dihokê kir

PDK-S: Şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê serdana nivîsgeha peywendiyan ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Dihokê kir, û danûstandinên Kurdî- Kurdî gotûbêjkirin.

Roja Yekşemê 31. 01. 2021, şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Mihemed Elî endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê, serdana nivîsgeha peywendiyan ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Dihokê kir , û ji aliyê Yûnis Hacanî û jimareyek endamê ofîsê pêşwazî li wan hate kirin.

Di civînê de herdu aliyan pêşveçûnên danûstandinên Kurdî - Kurdî, û tometên ku arasteyî pêşmergeyên leşkerê Roj herweha binpêkrinên Efrînê , û gera pêncan ya komîteya Destûrî ya Sûriyê gotûbêjkirin.