Berpirsê Rêxistina Domîz ya PDK-Sê civînek li gel nûnerên ENKSê li H.Kurdistanê encam da
PDK-S: Berpirsê rêxistina Domîz ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, civînek li gel nûnrên Partiyên ENKSê encam da.
Roja Çarşemê 03 . 02. 2021, li ser daxwaza Mihemed Elî Ibrahîm endamê polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û berpirsê rêxistina Domîz, civînek li gel nûnerên partiyên ENKSê li nivîsgeha PDK-Sê li Domîz li parêzgeha Duhokê encam da.
Di civînê de gotûbêjî li ser pêşhateyên nû li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hate kirin.
Herweha behsa rola ENKSê di nûneratiya gelê kurd de li Sûriyê li ser asta Navdewletî hate kirin.