ENKSê pîrozbahî li Eqîd Dilovan Robarî kir

ENKSê pîrozbahî li Eqîd Dilovan Robarî kir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê pîrozbayî li Eqîd Dilovan Robarî kir, ewjî bi boneya destnîşankirina wî weke fermandarê giştî yê pêşmergeyên Leşkerê roj.

Di daxuyaniya pîrozbayî de ENKSê pîrozbayî li tevaya evserên pêşmergeyên Leşkerê Roj kir, bi boneya bilindbûna pileyên wan , û hêvî xwest ku di erkê xwede serkeftî bin.

Herweha ENKSê got, ku ew di wê baweriyê dene ku Eqîd Dilovan Robarî wê baştirîn şêwe xizmeta pêşmergeyên Leşkerê Roj bike, ewjî di rêya pabendbûnê bi rêbaza Barzaniyê nemir .

Di dawiya daxuyaniya xwede ENKSê got, ku hêviyên me bi pêşmergeyên Leşkerê Roj mezine û em çaveriya wê rojê dikin ku pêşmergeyên Leşkerê Roj vegerne Rojavayê Kurdistanê, û kes û karên xwe û xaka Rojavayê Kurdistanê biparêzin .