Pêdirson wê seredana Şama paytexta Sûriyê bike

Pêdirson wê  seredana Şama paytexta Sûriyê bike

PDK-S: Ji bo gotûbêjkirina karê komîteya distûra Sûriyê ya nû , şandeyê navdewletî yê taybet bo Sûriyê wê seredana Şama paytext bike .

Gêr Pêdirson şandiyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê di kongirekî rojnamevanî de ragehand, ku piştî bidawîhatina seredana wî bo welatê Rûsya , ewê berê xwe bide Şama paytexta Sûriyê û li gel rêjîmê bicive ji bo berdewamiya danûstandinên derbarê karê komîteya distûra Sûriyê ya pêşerojê .

Pêdirson got jî beriya lidarxistina gera bê ji civînên komîteyê li Cenêv pêwîste hin guhertin çêbibin jiber ku gera dawiyê gerek neserkeftî bû û bi tu derencaman derneket.