Mesrûr Barzanî: Raperîn berhema yekrêzî û yekbûna gelê Kurdistanê bû

Mesrûr Barzanî: Raperîn berhema yekrêzî û yekbûna gelê Kurdistanê bû

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 30yemîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê ya di sala 1991ê de, peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Raperîna Adara 1991ê, yek ji serweriyên mezin ên gelê Kurdistanê ye, ku berhema yekrêzî û yekbûna hemû çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê û hêz û aliyên Kurdistanî bû, redkirina zilm û dagiorkerî û bindestî bû.

Raperîn werçerxaneke dîrokî bû di şoreş û têkoşîna tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de, ku berhema wê çêbûna statuya federal a Herêma Kurdistanê û saziyên rewa û destûrî yên Herêmê bû, ku divê îro jî her takekesekî Kurdistanî û hemû aliyên pêkhateyan, bi yekrêzî û bi yekdeng, dakokî li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin.

Divê nirxên bilind ên Raperînê û bingehên pêkvejiyana aştî û lêborîn û aştîxwazî û mirovdostî ya gelê Kurdistanê, her dem were parastin û pêşve biçe.

Bila salvegera Rarepînê zêdetir me han bide, da ku em piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin, da ku bikare bi awayê herî baş, bernameya reformê cîbicî bike û xizmeteke hêjatir pêşkêşî hemû xelkê Kurdistanê bike û bi hev re Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke pêşketîtir bibin.

Salvegera Raperîna Adara 1991ê pîroz û bilind be.

Em bejna xwe ji bo rêzgirtinê li ber şehîdên Raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê