Serok Barzanî pîrozbahî li jinên Kurdistan û cîhanê dike
PDK-S: Serok Mesûd Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Di Roja Cîhanî ya Jinan de, ez ji dil hêviyeke baş ji bo jinên Kurdistanê bi taybetî û ji bo jinên cîhanê bi giştî dixwazim.”
Di peyama xwe de Serok Barzanî diyar kir: “Nîşandana rêz û pêzanînê ji bo wê xizmeta ku jinan pêşkêşî mirovahiyê kiriye, erkê her kesî ye.”
Îro 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan e û li hemû cîhanê ji bo dabînkirina mafên jinan, xebat û çalakî birêve diçin.