PDK-Sê dayik û jinên şehîdên Leşkerê ROJ xelat kirin
PDK-S: Bi helkefta roja Cîhanî ya Jinê Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, rêxistina Duhokê dayik û hevjînên pakrewanên pêşmergeyên Roj xelat kirin.
Roja Duşemê 08. 03. 2021, bi helkefta roja Cîhanî ya Jinê şandeke rêxistina Duhokê ya PDK-Sê bi serokatiya Hiyam Ebdulrehman seredana dayik û hevjînên pakrewanên pêşmergeyên Roj kir, û ji nêzîk ve rewşa wan şopand.
Di seredanê de fatîheya pîroz li ser giyanên pakrewanan hat xwendin û dayik û hevjînên pakrewanên pêşmergeyên Roj hatin xelat kirin.
Şanda rêxistina Duhokê PDK-Sê hêviya berdewamiya jiyaneke xweş û bi rumet û bidestxistina aramî aştî û azadiyê ji malbatên şehîdên pêşmergeyên Roj re xwest.