Encûmena Ewlehiya Navdewletî civînekê derbarê Sûriyê lidar dixe

Encûmena Ewlehiya Navdewletî civînekê derbarê Sûriyê lidar dixe

PDK-S: Biryare roja Duşemê 29. 03. 2021, Encûmena Ewlehiya Navdeltî civînekê derbarê Sûriyê lidarbixe, ku wê welatê Amerîka serokatiya wê civînê bike .

Şanda Amerîkî ya herdem di Netewên Yekgirtî de di daxuyaniyekê ragehand, ku Dûşemê wezîrê derve ya Amerîka Antonî Bilînkin wê serokatiya Encûmena Ewlehiya Navdeltî ya derbarê rewşa mirovî li Sûriyê bi rêya on layn re bike .

Weke heman daxuyaniyê eşkere kiriye, ku Bilînkin di wê civînê de wê piştevaniya welatê xwe ji bo rawestandina şer li Sûriyê, û gihiştina alîkariyên mirovî bê dirustibûna astangiyan bo gelên Sûriyê li tevaya navçeyan bihêz bike.

Daxuyaniyê serbar kir û, got jî ku wezîrê derve ya Amerîka wê du civînên taybet li gel emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonyo Gotêrîs , û serokê komeleya giştî ya Netewên Yekgirtî Fulkan Buzkêr encam bide .