Biroksil.. 6.4 milyar dolar bo alikariya xelk, penaber, û derbiderên Sûrî hate terxankirin

Biroksil.. 6.4 milyar dolar bo alikariya xelk, penaber, û derbiderên Sûrî hate terxankirin

PDK-S: Berpirsyarê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa ragehand, ku îsal jî Yekîtiya Ewropa wê bi 560 melyon dolarî alîkariya xelkê Sûriyê bike.

Cozêp Borêl piştî bi dawî hatina pêncemîn konfiransê Biroksil bo alîkariya Sûriyê got, ku pêwîste xelkê Sûriya biryara pêşeroja xwe bidin, û dive rêjîma Esed pêngavan di vê derbarê de bavêje, û eger rêjîma Esed di vê derbarê de ne alîkar be , Yekîtiya Ewropa wê bersivê bide.

Ji aliyê xweve wezîrê derve yê Emrîka ragehand, ku Emrîka 596 melyon dolar ji bo alîkariya derbider û penaberên Sûriyê terxankiriye.

Li gorî hatiye ragehandin di kongireyê Biroksil de 6.4 milyar dolar bo Sûriyan di hedrdu salên 2021- 2022 hatine dabînkirin .