Blinkin: Pêwîste penaberên Sûriyê bi razîbûna xwe vegerin welatê xwe

Blinkin: Pêwîste penaberên Sûriyê bi razîbûna xwe vegerin welatê xwe

PDK-S: Wezîrê derve yê Emerîkayê dibêje divê Netewên Yekgirtî kar li ser vegera penaberên Sûrî bo welatê xwe bike .

Antony Blinken wezîrê derve yê Emerîkayê di kongirê alîkarîkirina Sûriyê de gotarek pêşkêş kir, û têde ragehand, ku pêwîste Netewên Yekgirtî ji bo wê çendê bixebite, ku penaberên Sûriyê bi xwe û bê tu fişar vegerên cih û warên xwe , û got divê ji aliyê xweve Encûmena Ewlehiya Navdewletî jî di nêzîktirîn dem de bixebte û kar bike ji bo vekirina hemû dergehên Sûriyê bi mebesta gihandna alîkariyên mirovî bê tu rêgirîkirin bo gelê Sûriyê.

Blinken di dawiya gotara xwe de got ta ku çareserî ji bo bidawîanîna kirîza Sûriyê çareseriya siyasî ye .