Endamê encûmena herêmî PDK-Sê parêzer Dawed Omer koça dawî kir
PDK-S: Roja Înê 02. 04. 2021, Parêzer Daûd Umer endamê encûmena herêmî ya Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, di encama kirîza nexweşiya Dil di nexweşxaneyeka bajarê Efrînê koça dawî kir.
Daûd Umer ji daykbûyê sala 1958ye, gundê Qenterê yê bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê û di sala 1980 de tevlî rêza Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê bû û ta dawiya jiyana xwe li ser kar û xizmeta doza kurdî de berdewam bû.