Rêjîma Esad di armanckirina Idlibê de berdewam e

Rêjîma Esad di armanckirina Idlibê de berdewam e

PDK-S: Çekdarên rêjîma Esed rojane devera kêmkirina astê şer li Idilbê armanc dike û di encamê de ziyanên madî û canî di kevin .

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragehand, ku piştî pêkanîna rêjîma Esed ji komkujiyekê re bi rêya armanckirina otombîlekê li başûrê Idilbê, ku di encamê de 7 kes ku 3ê zarok û du jin jî hene canê xwe ji dest dan , Roja Înê 09. 03. 2021, careke din danê sbehê rêjîma Esed bi mûşekan derdora bajarê Erîha li başurê Idilbê , û deverên li navçeya Elbare li çiyayê Elzawiye bombebaran kirin bê ku ta niha ziyanên wê bombebarankirinê werne zanîn .