Komîta Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Rêxistina Domîz ya PDK-Sê bi hilmeteke hoşyariyê derbarê Koronayê rabû

Komîta Rewşenbîrî  û Ragihandinê ya Rêxistina Domîz ya PDK-Sê bi hilmeteke hoşyariyê derbarê Koronayê rabû

PDK-S: Komîta rewşenbîrî û raghandinê ya rêxistina Domîz ya PDK-Sê bi hilmeteke hoşiyariyê derbarê vayrosa Koronayê rabû.

Roja Yekşemê 11. 04.2021, li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê komîta rewşenbîrî û ragihandinê ya rêxistna Domîz ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya bi hilmeteke hoşyariyê derbarê rênmayên xweparastinê ji vayrosa Koronayê rabû, ku hejmarek mask li ser neşteciyên kampa Domîz li bazara kampê belavkirin da ku wan agahdar bikin bi danîna maskan û payendî bi biryarên hikûmeta Herêma Kurdistanê .

Hewreha hejmarek mask ji bo Yekîtiya xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî- Rojava hatin pêkêşkirin, daku li ser mêvan û xwendevanan dabeş bikin.

Di vê dema dawiyê de amarên pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav bilind bûye, ji ber vê yekê hikûmeta Herêma Kurdistanê ta çend rojan qedexeya çûn û hatinê ji bo çend demjimêran ragehand.