Li Hewlêrê penabereke Kurd Xelka Qamişlo di bûyereke trafîkê de jiyana xwe jidest da

Li Hewlêrê penabereke Kurd Xelka Qamişlo di bûyereke trafîkê de jiyana xwe jidest da

PDK-S: Li Hewlêrê û di encama bûyereke hat û çûnê de penabereke kurd xelka bajarê Qamişlo jiyana xwe jidest da.

Jêderekê da zanîn ku dayika kurd Kerîme Hecî Emer Feqe ji neşteciyên kampa Dareşikranê ya ser bi Hewlêrê ve di bûyereke hatin û çûnê de li ser rêya di navbera Hewlêr û kampa Dareşikranê de jiyana xwe jidest da.

Li gor heman jêderê dayika kurd Kerîme Hacî Emer Feqe xelka taxa Qidûr Beg ya bajarê Qamişlo ya hevjîna welatiyê kurd Mihemd Ebid Elrehman û dayika 8 zarokane, di pêla penaberiyê de li gel malbata xwe li kampa Dareşikran neşteciyê bûye.