Elmela: Eger rewş wiha be em di danûstandinan de beşdar nabin

Elmela: Eger rewş wiha be em di danûstandinan de beşdar nabin

PDK-S: Serokê ENKSê Siûd Elmela û sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê derbarê danûstandinên kurdî kurdî navbera ENKSê û PYNê de îro 18ê Nîsana 2021ê daxuyaniyek da û got: PYNK astengiyan li pêş danûstandinên yekrêziya navmala kurdî dirusr dike û divê Emerîka were ser hêlê.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji malpera fermî ya PDKê re got: PYNK bi dirustkirina astengiyan li pêş destpêkirina danûstandinên kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Serbar kir: Careke din êrîş li ser nivîsgeha PDK-Sê hate kirin, û divê Emerîka were ser hêlê û vê pirsgirêkê çareser bike.

Siûd Mela anî ziman: Rewşa Rojavayê Kurdistanê her dem xerab bû û herwiha xeraptir jî dibe, pêwendiyê wan û PYNKê jî xerab in, ji ber ku bi berdewamî êrîş li ser nivîsgehan tên kirin ya herî dawî jî li Girkê Legê bû ji bilî êşîşkirinê kelûpelên taybet yên kesên di nivîsgehê de jê standin.

Serokê ENKSê amaje bi êrîşa dawiyê li ser nivîsgeha PDK-Sê li Girgê Legê kir û diyar kir: Ev yek dihêle ku pêwendî zêdetir têk biçin, ji ber wê jî danûstandin bi vî awayî nabin, ji ber ku divê rewş asayî bibe û zemîne ji bo danûstandinê guncaw be.

Siûd Mela nîşan bi wê wekê da: PYNK ji bo danûstandinan ne hevkar e, û Emerîka jî bêdeng e, ji ber wê divê ew were ser hêlê û rewşê asayî bikin ji bo dest bi danûstandin were kirin, ji ber ku heta niha ti rêkeftinek nehatiy îmzekirin.

Elmela diyar kir ، PYDê di gritina endamên wan de berdewam e ، bi şêweyekî berdewam wan binçav dike wan direvn ، ta niha jî heşt serkirdeyên wan nizîkî heft sal e bêseûşûnin û yek ji mercên ENKSê، azadkirina girtîyan e û aşkerekirina çarenvîsa her 8 serkirdeyên ENKSê ne.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Sûid Elmela tekez ikr ku ta ku rewş bi vî rengî be ew di danûstandinan de amede nabin ji ber ku nabe kesek êrîşî te ûmala te bike û te binçav bike tu jî danûstandnên pê re bikî.