Blinken: Welatên G7 tekezî li ser pabendiya xwe li ser dîtina çarseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re kirin

Blinken: Welatên G7 tekezî li ser pabendiya xwe li ser dîtina çarseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re kirin

PDK-S: Wezîrê derve yê Amerîka got, ku dewletên G7 tekezî li ser pabendibûna xwe ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re dikin.

Antonî Bilînkin wezîrê derve yê Amerîkayê, ku beşdarî di civînên wezîrên derve yên her heft dewletên G7 di tûytekî de got, ku ew û hevşanên xwe tekezî li ser pabendibûna xwe ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re , û piştevaniya Netewên Yekgirtî bi derbaskirina alîkariyan dikin.

Bilînkin got jî, ku dê karê wan li ser xalên biryara 2254 ya ku ji aliyê Encûmena Ewlehî ya Navdewletî derketî berdewam bikin.

Lêdwana wezîrê derve yê Amerîka di demekî de tê, ku niha rêjîma Sûriyê amadekariyên hilbijartinên serokatiya rêjîma Sûriyê dike.