Ewropa daxwaz ji Denîmark kir penaberan bi neçarî dernexe

Ewropa daxwaz ji Denîmark kir penaberan bi neçarî dernexe

PDK-S: Yekîtiya Ewropa daxwaz ji denîmark kir, ku penaberan bi neçarî dernexe.

Komisyona karûbarên navxweyî ya Ewropayê Elva Johansson di kongirekî rojnamevanî de li Biroksilê got, ku nabe tu kes bi neçarî vegerê Sûriyê, herweha got ku ew bi wezîrê denîmarkî yê peywendîdar bi vê mijarê re li ser biryara Denîmark ya vegerandina penaberên Sûriyê axivye, û wezîrê Denîmark tekez kiriye ku penaberên Sûriyê bi neçarî navegerin.

Herweha Komisyona navbûrî tekezî li ser giringya rêzgirtina desthelatên Danîmarkî ji nerînên komisyona karûbarên penaberan ya Netewên Yekgirtî derbarê rewşa Sûriyê kir.

Piştî ku Denîmark biryara vegerandina penaberên Sûriyê yên ku li bajarên wan aramî peyda bûye da, hejmarek ji rêxistinên Navdewletî di nav de rêxistina lêbûrya Navdewletî nerazîbûna xwe ji wê biryarê dane diyarkirin û gotin ku ew biryar nayê pejrandin.