ENKSê daxuyaniyek ji bo kadroyê PDK-S Cinêd Seyid belav kir

ENKSê daxuyaniyek ji bo kadroyê PDK-S Cinêd Seyid belav kir

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek şermezariyê belav kir tê de weha hatiye :

Roja Sêşemê 5 Adarê 2019 girûpek çekdar ji PYDê Cinêd Seyid Mecîd Endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demqrata Kurdistan Sûriya li pêş mala wî li bajarokê Girkî Legê revand û ji bo cihekî nedyar bir ku û ew girûp bi şêweyekî hovane li Mecîd da di encamê de rastî ziyanên canî hat û piştî gef û îhanetkirina wî bi şevê û di rewşeke xirab de ew danîn ser sînorê Herêma Kurdistanê .

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniya xwe de herweha ameje pê kirye ku berdewambûna PYDê bi binpêkirin û kiryarên xwe yên dûr ji rewşit û sincên mirovatî di derheqê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û alîgirên wê bi mebesta terorkirina xelkê û xistina metrisiyê di dilê wan de di vê meha Adarê meha bone û helkeftên niştîmanî û vejandina çalakiyan tu carî PYDê bi kiryarên xwe sûdê nabîne ji bilî rûreşî, nerazîbûn, şermezarkirin, û rexnekirin, û riswakirin ji wan re nayên.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bal kişand ser ku ENKSê kiryara xirab derheqê endamê PDK -Sê şermezar dike û ji PYDê dixwaze ku dest ji kiryarên weha berde herwiha bang li rêxistinên mirovî û yasayî û aliyên pê re kar dikin dike ku guvaj û fişarê li ser PYDê bike da ku ji kiryarên xwe dûr bikevin ew kiryarên ku ne li gorî biçûktirîn pirensîP û mavê mirovan .