Encûmena Yekîtiya Ewropayê sizayên sepandî li ser Rêjîma Sûriyê dirêj dike

Encûmena Yekîtiya Ewropayê sizayên sepandî li ser Rêjîma Sûriyê dirêj dike

PDK-S: Encûmena Yekîtiya Ewropayê sizayên sepandî li ser rêjîma Sûriyê bo saleke din dirêj kir.

Di daxuyaniyekê de li ser malpera fermî ya Encûmena Yekîtiyê hat, ku Encûmena Yekîtiya Ewropayê sizayên sepandê li ser rêjîma Sûriyê ta yekê Gulana 2022ê dê were dirêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat, ku sizayên niha li ser rêjîma Sûriyê hatine sepandin ji ber tundutêjiya rêjîma Sûriyê li dijî xelkên sivîl di sala 2011an de bikar anî.

Di dawiya daxuyaniyê de hat, ku hîn Yekîtiya Ewropayê li ser dîtina çareseriyeke siyasî dem dirêj li gorî biryara 2254 û daxuyaniya Cenv ya di sala 2012ê de pabende ev siza qedexeya seferê û madeyên çavdêriya peywendiyên entirnêtê û mûbaylan û hejmarek ji rênmayên din li xwe digre.

Encûmena Yekîtiya Ewropayê navê pênc kesan yên jiyana xwe ji dest dane ji lîsteya sizayan rakir û niha lîste navê 283 kesan têde ye.