Dr.Nesir Herîrî ragihand ku xwe ji bo serokatiya Îtîlafê berbijêr nake

Dr.Nesir Herîrî ragihand ku xwe ji bo serokatiya Îtîlafê berbijêr nake

PDK-S: Îtîlafa Niştîmanî ya Sûriyê wê hilbjartinên serokatiyê li darbixe, û diktor Nesir Elherîrî xwe ji bo serokatiyê berbijêr nake.

Diktor Nesir Elherîrî li ser rûpela xwe li tora civakî ya tûyter belav kiriye, ku hilbijartinên serokatiya Îtîlafa Niştîmanî ya Sûriyê wê di 11-12 tîrmehê de werne li darxistin.

Herweha diktor Nesir Elherîrî daxuyakirin, ku derî li pêşiya xweberbijêrkirinê vekiriye, û roja 11 Tîrmehê rêkarên hilbijartinan wê destpê bikin û nûnerên welatan û civaka sivîl û rêxistin û ragihandin wê amadebin.

Serokê Îtîlafê gotjî em bi hêvîne ku vayrosa Korona nebe rêgir li pêşiya lidarxistina hilbjartinan di nava xaka Sûriyê de.