Rêxistins Q.Ç.K daxwaza sizadana Rêjîma Esed dike

Rêxistins Q.Ç.K daxwaza sizadana Rêjîma Esed dike

PDK-S: Ji ber bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawîre li Sûriyê , rêxistina qedexekirina çekên kîmawî daxwaza sizadana rêjîma Esed dike .

Roja Pêşemê 03. 06. 2021, di civîneke Encûmena Ewlehiya Navdewletî de , Îzomî Nakamîtso nûnera bilind ya karûbarên nehiştina çekan di rêxistina qedexekirina çekên kîmawî de , daxwaza dubare damezrandina bingehek li dijî çekên kîmawî li Sûriyê kir .

Berpirsa navhatî tekez jî kir, ku pêwîstiya vê bingehê ne bi tenê ji bo diyarkirina pêkinyerên çekên kîmawî ye belko ji bo sizadana her aliyek û kesayetyek destê wan di bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan di Sûriyê de heye .

Nakamîtso got jî bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê binpêkirine ji yasaya navdewletî re lewma pêwîste di zûtirîn dem de bingehek li dijî çekên kîmawî li Sûriyê were avakirin .