Gundewarê Idlibê ji aliyê rêjîma Esed ve hate armanckirin

Gundewarê Idlibê ji aliyê rêjîma Esed ve hate armanckirin

PDK-S: Çekdarên rêjîma Esed di helmeta xwe ya leşkerî de li ser devera kêmkirina asta şer li Sûriyê berdewam e , herî dawî jî armanckirina devera çiyayî Elzawiye li gundewarê Idilbê .

Li gor hetî ragehandin, ku duh Duşemê 07. 06. 2021, rêjîma Esed bi topxaneya giran gundê Bilyon ya bi ser devera çiyayê Elzawye kire armanc , û di encama wê êrîşê de sivîlek hate kuştin û ziyanên madî mezin jî rûdan .

Herweha roja Yekşemê jî çekdarên rêjîmê başûrê gundewarê Idilbê û Rojavayê Hemayê bombebarankirin û di encamê de sivîlekî canê xwe ji dest da û jimarek kesên dinjî birîndarbûn .