ENKSê topbarankirina Efrînê şermezar kir

ENKSê topbarankirina Efrînê şermezar kir

PDK-S: Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê êrîşa mûşekî li ser bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ku têde hejmarek avahiyên sivîlan û nexweşxaneya Elşifa hate armancikrin şermezar kir.

ENKSê daxwaz ji civaka Navdewletî kir lezê ji bo dîtina çareseriyeke siyasî bike daku azarên Sûriyan bidawî werin.

Di daxuyaniyekê de Îro Yekşemê 13. 06. 2021, emîndariya giştî ya ENKSê êrîş û topbarankirina Efrînê ku di encamê de bêhtir ji 20 welatiyên sivîl şehîd ketin û bêhtir ji 40 kesî birîndar bûn di nav wan de kadirê bizîşkî yê nexweşxaneya Efrînê ya sivîl ango Elişfa bi tundî şermezar kir, û bi kiryareke terorî newêrek pesenda , û got ku ev kiryar bi armanca koçberkirina xelkê Efrînê û zêdekirina azarên wan hatiye kirin.

Her weha ENKSê daxwaz ji civaka Navdewletî kir lêkolîneke cidî derbarê vî karê terorî û eşkerekirona aliyê pêkêner veke û sînorekî ji van kiryarên terorî re deyinin .

Di dawiya daxuyaniya xwe de ENKSê sersaxî ji malbatên şehîdan û hêviya silametiyê ji birîndaran re xwest .