3ê Enûmenên Herêmî yên PDK-Sê 64emîn salvegera damezrandina PDK-Sê li Girkê Legê vejand

3ê Enûmenên Herêmî yên PDK-Sê 64emîn salvegera damezrandina PDK-Sê li Girkê Legê vejand

PDK-S: Roja duşemê 14. 06. 2021 bi amadebûna endam, kadir , cemawer, nûnerên encûmenên xwecehî yên ENKSê, kesayetên siyasî , civakî , olî, rewşenbîr, tevgerên jin û ciwanan encumenên herêmî yên Girkê Legê , Çil Axa û Koçera yên Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê helkefta 64emîn salvegera damezrandina PDK-Sê li bajarokê Girkê Legê vejand.

Bi vê helkeftê berpirsê rêxistina giştî ya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed gotarek pêşkêş kir têde behsa damezrandina Partî , xebat û rola damezirên wê di xizmeta doza kurdî û rêbaza Barzaniyê nemir kir, herweha du gotarên din ji aliyê Elî Ferso serokê xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan û gotina xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê ji aliyê Salih Simo ve hatin pêşkêşkrin û gelek birûskên pîrozbahiyê jî hatin xwendin