Li Qamişlo PDK-Sê 64emîn salvegera damezrandina xwe vejand

Li Qamişlo PDK-Sê 64emîn salvegera damezrandina xwe vejand

PDK-S: li bajarê Qamişlo Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê helkefta 64emîn salvegera damezrandina xwe vejand.

Roja duşemê 14. 06. 2021 bi amadebûna Encûmena Niştmanî ya Kurdî , kadir , kesayetên siyasî civakî rewşenbîr jin û ciwanan helkefta 64emîn salvegera damezrandina PDK-Sê bi ahingeke navendî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê demjimêr 6ê êvarê li baregeha xwe ya navendî li paş benka Ode vejand .

Neşet Zaza endamê polîtbîroya PDK-Sê gotarek pêşkêş kir têde behsa kar û xebata Partî ji damezrandinê ta niha û qurbaniyên ku diber xizmeta doza kurdî de daye kir her weha Hejar Elî gotara ENKSê û Ebdulsam Xelef Biro sekretêrê Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya ku nû hatiye ragihandin pêşkêş kirin û koma Narîn a huner û filklora kurdî jî beşdarî di vê ahnigê de kir strana partîna em pêşkêş kir.