Hewlêr... PDK-S salvegera komkujiyên Kobanê, Amûda û Efrînê vejandin

Hewlêr... PDK-S salvegera komkujiyên Kobanê, Amûda û Efrînê vejandin

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya roja Înê 25. 06. 2021, salvegera komkujiyên Kobanê Amûda û Efrînê yên dil bêş û xemgîn li ba gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê li ofîsa xwe ya rêxistinî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vejand.

Di wê boneyê de hejmarek serkirde , kadir û endamên partî û ENKSê beşdar bûn û bi tundî ew komkujî hatin şermezarkirin û daxwaza eşkerekirina tewanbaran û sizadan û pêşkêşkirina wan ji dadgeh û rêya giştî re hate kirin.