Penberekî Kurd di encama herfandina berfê bi ser de jiyana xwe ji dest da
PDK-S: Li Herêma Kurdistanê penaberkî kurd ji Rojavayê Kurdistanê di encama herfandina berfê de jiyana xwe ji dest da.
Roja Yekşemê 27.06.2021, li devera Çoman li parêzgeha Duhokê penaberekî kurd bi navê Reşîd Hisên Şêx Xelef ku ew bi xwe ji Til Temre û temenê wî 28 salbûn û karê buyax û ciwankariya malan dikir.
Dema ku wêne li cihê karê xwe li devera Çoman ji xwe re digirt berf bi ser de herfî û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Penaberê kurd yê bi navê Reşîd Hisên Şêx Xelef xêzandar bû û bavê 2 zarokan bû û li gorî zanyariyan ku biryare îro termê wî li zêdê wî bi xakê were spartin.