Y.E: Emê di gihandina alîkariyê mirovî de bo Sûriyê bewrdewam bin

Y.E: Emê di gihandina alîkariyê mirovî de bo Sûriyê bewrdewam bin

PDK-S: Yekîtiya Ewropayê tekeziyê li ser berdewamiya gihandina alîkariyên mirovî bo gelê Sûriyê dike .

Canîz lînartîtiş komisyarê rêveberiya kirîzan di komisyona Ewropayê de got, ku Yekîtiya Ewropayê wê di pêşkêşkirin û ghandina alîkariyên mirovî bo welatê Sûriyê berdewame ta dawî bi kirîza Sûriyê were.

Herweha lînartîtiş tekezî li ser asankirina gihandina alîkariyên mirovî di rêya dergehê sînorî bi Tirkiyê re kir, û got ewê bi hemû karînên xwe berdewamiyê bi karê xwe bînin, û di şandina alîkariyan de berdewam bin .

Berpirsyarê Ewropî destxweşî li karê navenda Netewên Yekgirtî di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê kir, û got ku Netewên Yekgirtî yek ji giringtirîn danerên alîkariyên mirovî li Cîhanê ye û bi karekî mirovî gelekî giring û mezin dike ji ber, ku bi berdewamî alîkariyên mirovî dighîne milyonan kesên pêwîstdar li tevaya Cîhanê .