PYDê êrîşî beşdarbûyên merasîmên vejandina Serhildana 12ê Adarê kir


PDK-S: Mîlîsyên PYDê êrîş kirine ser welatiyên kurdên Rojavayê Kurdistanê yên serdana mezarên pakrewanên raperîna 2004an kirin .

Jêdereke taybet ji ARKê re ragehand, ku weke wefadariyekê ji xuyîna şehîdan re , duh 12.3.2019 cemawerê kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê serdana mezarên şehîdên raperîna 2004an kirin , lê dema ku cemawer ji ser mezaran vedgeriyan , mîlîsyatên PYDê rê li wan girtin , û êrîşî wan kirin , û gotnên dûr ji rewşitê arastey wan kirin .

Herweha jêderê ji Arkê re tekez kir, ku kar gehişte wê çendê ku mîlîsyatên PYDê dest bo cemawerê kurd dirêj kir û li wan dan .

Jêderê gotjî , ku li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo jî mîlîsyatên PYDê êrîşî cemawerê kurd kirin , ewjî bi behaneya nebûna moletê.