Li Elmaniya û Belcîka lehî rabû
PDK-S: Li bajar û bajarokên Elmanya û Belcîka eve du rojin lehî rabûye û ziyanên canî û madî ketine.
Di encama lehiyê de bi dehan kes ta niha binav bûne û jiyana xwe ji dest dane herweha ziyaneke madî mezin gihiştiye mal û milkên xelkê
Li gorî dawîn amar ta niha 33 kes jiyana xwe ji dest dane lê nasnameya wan bi zelalî nehatiye diyar kirin.
Çalakvanên rojavayê kurdistanê belav kirin , ku hin malbatên Rojavayê Kurdistanê rastî ziyanên madî mezin hatine.