Itîlafê hilmeta girtina endamên PDK-Sê ji aliyê PKKê ve şermezar kir

Itîlafê hilmeta girtina endamên PDK-Sê ji aliyê PKKê ve şermezar kir

PDK-S: Itîlafa Sûriyê daxuyaniyek derbarê girtina hejmarek endam û kadirên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ji aliyê çekdarên PKKê belav kir û têde ew kiryar bi tundî şermezar kir .

Di daxuyaniya Itîlafê de hatiye , di herdû rojên bûrî de çekdarên PKKê bi helmeteke girtina ser malên endam û kadrên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê rabûn û çendîn endamên Partiya Demuqrata Kurdistan -Sûriyê girtine .

Daxuyaniyê serbar kirjî, ku binçavkirin û girtin û kuştina dibin eşkenceyê de û encamdana binpêkirinan dermafê welatiyên sivîl ji aliyê çekdarên PKKê ve ya ku xwe bi zorê xwe ferz kiriye, û bi tevaya kiryar û cûrên binpêkirnan radibe û kiryarên wê gihiştiye asta tawanên cengê ji ber vê yekê jî pêwîste sînorek ji van kiryaran re were danîn û pêkîner jî werne dadgehkirin û sizadan .

Di dawiya daxuyaniya xwe de Itîlafê helmeta girtina endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ji aliyê çekdarên PKKê ve bi tundî şermezar kir.