Rêxistina Roj ya PDK-Sê seredana hejmarek ji malbatên Şehîdan kir

Rêxistina Roj ya PDK-Sê seredana hejmarek ji malbatên Şehîdan kir

PDK-S: Bi helkefta hatina cejna Qurbanê roja Sêşemê 20. 07. 2021, berpirsê rêxistina Roj ya Partiya Demuqrata Kurdistan -Sûriya serdana malbatên sê pêşmergeyên Leşkerê Roj kir, ku berya demekê canê xwe ji destdabûn.

Şanda PDK-Sê bi serokatiya Ebdulkerîm Mîranî û hejmarek endamên rêxistinê pêk dihat , serdana malbatên 3ê pêşmergeyên Leşkerê Roj bi navên Rêvan Ahmed Beetal , Rizgar Ebdule Hisên, Wesîm Saadiq Hacî, ku di dema dawî canê xwe ji destdabûn .

Di serdanê de Ebdulkerîm Mîranî berpirsê rêxistina Roj ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya cejn li malbatên wan pîroz kir, û tekezî li ser rola pêşmerge di berevaniyê diber xaka Kurdistanê kir .