Xwecihiya Girkê Legê banga serbestberdana revandiyan kir
PDK-S: Encûmena xwecihî ya Girkê Lekê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, civîna xwe ya mehane li dar xist , tê de banga serbestberdana revandiyên Kurd yên di zîndanên çekdarên PYDê de kir.
Malpera fermî ya ENKSê da zanîn di destpêka civînê de xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên kurd û Kurdistanê herweha yên komkujiyan teqîna Qamişlo rawestiyan.
Di civînê de beşdarbûyan behsa kiryarên çekdarên PYDê di dermafê endam û alîgirên ENKSê de kir, û çawaniya revandina wan bi şêweyekî dûr ji prensîp, reftar û rewştê, nexasim yên di vê dema dawiyê de hatine revadin hate kirin.
Encûmena xwecihî di civîna xwe de banga serbestberdana siyastmedar, rojnamevan û hemû girtiyan kir ew jî weke niyazeke pak ji bo destpêkirin û berdewamkirina danûstanên ENKSê û PYNKê.
Li aliyekî din ji civînê hin mijarên mirovî, rewşa xelkê, pirsgirêka deriyê Sêmalka, hin babetên rêxistinî û çawaniya pêşxistina wê li ser hate rawestandin û pişniyar hatin pêşkêşkirin.