Xwendekareke Efrînê di kolêja xwe de yekemîn derçû

Xwendekareke Efrînê di kolêja xwe de yekemîn derçû

PDK-S:Xwendekareke kurd li zanîngeha Selahedîn ya Hewlêra paytexta Kurdistanê, li ser asta kolêja xwe, yekemîn derçû.

Dozgîn Birîm, ku penabereke Rojavayê Kurdistanê ye, xwendekareke kolêja endezyariya çandiniyê, beşê parastina rûwek e, ji zanîngehê derçû û di kolêja xwe de yekemîn derket.

Xwendekara navbûrî di çarçoveya 4 salên bûrî de herdem serkeftî di kolêja xwe de derdiket.

Dozgîn ji şêniyên gundê Memila yê navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, ji sala 2015an ve bi malbata xwe re ji Efrînê penaberî herêma Kurdistanê bûye.