Desteya Serokatiya ENKSê li gel hejmarek rewşenbîr û siyasetmadar li Ewropayê hevdîtinek encam da

Desteya Serokatiya ENKSê li gel hejmarek rewşenbîr û siyasetmadar li Ewropayê hevdîtinek encam da

PDK-S:Desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya ENKSê di rêya entirnêtê re li gel hejmarek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li Ewropayê hevdîtinek encam da û behsa rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê ûn Sûriyê bi giştî gengeşekir .

Roja Yekşemê 01. 08. 2021, nûneratiya ENKSê li Ewropayê hevdîtneke siyasî di rêya entirnêtê re li gel hejmarek rewşenbîr çalakvan û siyasetmedarên kurd li Sûriyia, Nimsa û Belcîka hevdîtinek encam da têde behsa rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî kir.

Di hevdîtnê de N'met Dawûd endamê desteya serokatiya ENKSê û hejmarek endamê nûneratiya ENKSê li Ewropayê beşdar bûn.

Di hevdîtnê de Dawûd behsa rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, berdewamiya kirîza Sûriyê û civînên weltên xwedan destwerdan di nava Sûriyê de û dorpêçkirina Der'ayê, revandina kadirên PDK-Sê ji aliyê PDê ve û çarenivîsa wan û binpêkirinên PYDê di dermafê revandiyan de di zindanê xwe de û dawîn pêşhateyên danûstandinên kurdî kurdî kir û li gel beşdaran gengeşekir.