4 sal li ser koçbarkirina Ciwan Mêranî derbasbȗn

4 sal li ser koçbarkirina Ciwan Mêranî  derbasbȗn

PDK-S: Di 13ê meha Adarê 2019an çar sal li ser koçadawiya Neqîbê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan – Sûriya Ciwan Mîranî re derbas bûn û bi boneyê Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan – Sûriya daxuyaniyek belav kir tê de behsa kar û xebat wî kiriye

Di daxuyaniya Sendîkeya Rojnamevan Kurdistan – Sûriya de hatiye di 13ê mehê de bîranîna xemgîn li ser dilê rojnamevananên Rojavayê Kurdistanê bîranîna koçadawiya yekemîn neqîbê rojnamevanên Kurdistan Sûriya Ciwan Mîranî re derbas dibin ku di her salekî de riftar, sinc û rewişta rojnamevanê jêhatî û şervanê leheng ji bo welatê xwe Kurdistan tînin bîra xwe .

Daxuyaniya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan bal kişandiye ser ku ne di bîr û baweriyê de bû ku Ciwanê jêhatî û hezkiriyê dost û hevkarê xwe di demeke zû ji dunyayê bar bike û çûna wî ji wan re bibe nûçeyeke ji nişkêve û vemgîn lê qedera wî ew bû ku çûna wî bibe êşek di gewriyan de bimîne û bi roj û salan neçe .

Ciwan Mîranî ji dema ku navê xwe wek neqîbê Sendîkeya Rojnamevan Kurdistan Sûriya roja 19ê 9an 2013an ragihandiye ji wê demê ve hest bi wê kir ku karê her mezin li benda wî ye karê berevanî di ber rojamevanê kurd li Rojavayê Kurdistan ku di her civînê de hevkarên xwe han dida ku bi dilsoz û dilpakî kar ji bo ronamevanê kurd bike ji ber wê yekê hezkirin û baweriya hevkarên xwe bi dest xwe ve xist û hişt ku cihê rêz û hurmetê be.

Di heman daxuyaniyê serbar kiriye ku Ciwan Mîranî çû ber dilovaniya Xwedê û di nav lepê wî de evîn û hezkirin hizir û xewn ji bo çespandina baweriya hevalan hebû lewma dema dibihîst ku romjnamevanek li cihekî din ne guncaw de kar dike gelek diêşî.

Ciwan Mîranî Nivîskar, rojnamevan, xebatkar, û pêşmerge bû mirovekî dilxweş û nerm bû bi hêmenî çû ber dilovaniya Xwedê û li pey xwe xempariyek mezin hişt .

Di dawiya daxuyaniya xwe de Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan Sûriya ameje pê kiriye ku di bîranîna 4an ya koçadawiya Ciwan Mîranî de soz û peymanê nû dikin ku ew bîranîn dê nû û vejandî bimîne ew roj dê bibe boneyek ji bo behskirina dilsozî û dilpakiya wî lewa ew bone ya herî bi êş bû ku çûna wî zû hat