Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Amerîkayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Amerîkayê civiya

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê 10ê Tebaxa 2021ê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller kir.

Di civînê de guftûgoya stratejiya Iraq û Amerîka û rêkeftina di navbera wan û rêkxistin û qonaxa paşerojê ya peywendiyan, rewşa navxweya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û paşeroja proseya siyasî ya li welat, pêşhatên dawî ya şerê dijî terorê û rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê, belavbûna pejika Covid-19 û helmeta derzî lêdana dijî pejikê hatin guftûgokirin.

Di kombûnê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino amade bû, tekez li ser girîngiya beşdariya Herêma Kurdistanê li guftûgoya stratejiya Iraq û Amerîka, rêkxistina peywendiyên Iraq û Amerîka li çarçêweya wê guftûgoyê da û li ser bingeha berjewendiya hevbeş kirin.

Nêçîrvan Barzanî guftûgoya stratejiya Iraq û Amerîkayê neku tenê li rûyê serbazî û berevaniyê ve, li rûyê kultûrî, aborî, perwerdeyî û warên din ve jî ji bo yametîdan û hevkariya Iraqê bi girîng da zanîn. Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Amerîka pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya li gel artêşa Iraq û Pêşmerge dûpat kir û got: Amerîka bi girîngiyê ve aramiya navçeyê û Iraqê dinêre.

Di beşeke din a civînê de Balyozê Amerîka bal kişand ser hevdîtineke îro ya li gel komek çalakvanên jin û nûnerên ol û mezhebên cûda yên li Herêma Kurdistanê û sûdmendên programa welatê xwe kir ku li çendîn waran da hevkariya lawan û pêşxistina mirovî pêşkêşî bi Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Her wiha ji bilî pesnê kultûra pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirin û lêborîniya li Herêma Kurdistanê, her du alî tekez li ser girîngiya parastina wê kultûrê û maf û azadiyan kirin.

Çawayî û girîngiya bicihkirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran û rewşa Sûriye, girîngiya aramiyê û pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.